• Sunday, 25 August 2024
logo

Mesrûr Barzanî û Çavuşoglû bi rêya telefûnê axefîn

Gulan Media April 15, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Çavuşoglû bi rêya telefûnê axefîn
tekez li ser bersifdana êrîşê kirin.
Behsa êrîşa îşev kirin.

Kêliyek beriya niha Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çavuşoglû bi rêya telefûnê li gel hev axefîn.

Di peywendiya han ya telefûnî de Barzanî û Çavuşoglû behsa êrîşa mûşekî ya îşev a bo ser balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê û navenda leşkerî a Tirkiyeyê ya li Başîkê kirin.

Di peywendiya han de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku nabe ev êrîş bêyî bersif bimîne û lazime bilez bikarên êrîşê werin diyarkirin.

Herwiha ev yek diyar kirine ku lazime bi alîkariya tevahiya aliyên têkildar lêkolîneke berfire li ser komên piştî êrîşê û cîhê ku mûşek jê hatine avêtin were kirin.

Ktv
Top