• Sunday, 25 August 2024
logo

Li Kirmaşanê di navbera hêzên ewlehiyê û gel de alozî û li hevdan pêkhat

Gulan Media April 15, 2021 Nûçe
Li Kirmaşanê di navbera hêzên ewlehiyê û gel de alozî û li hevdan pêkhat
Hêzên çekdarên Îranê li Kirmaşanê bi armanca dest li ser zeviyên xelkê de bigrin êrîş kirin ser gundekî û rûniştvanên gund jî li hember rawestan.

Li gor wan girte videoyên ku di torên civakî de belav bûn, duh 14.04.2021ê hêzên ewlehiya Îranê êrîş kirin ser xelkê gundê Dê Kebûd ê navçeya Kirmaşanê û dixwestin dest li ser zeviyên xelkê de bigrin û di encamê de xelkê gund li hember rawesta û li hevdan derket.

Gundê Dê Kebûd xwedî zêdetir ji hezar rûniştvanane û xelkê wî gundî mijûlê çandinî û sewaldariyê ne û ji aliyê aborî ve pişt didin çandinî û sewaldariyê. Li gor gotinên xelkê gund dema hêzên ewlehiyê dixwestin bi zorê dest li ser zeviyên wan de bigrin, ku dixwestin kargeha berhemanîna metalekî li nav gund de ava bikin û dest daynin ser zeviyên xelkê, ji ber wê jî xelkê gund destûr nedaye û li hember wan rawestane.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin, hêzên ewlehiya Îranê li xelkê bê tewan ê wî gundî dane û naha dixwazin bi zor dest daynin ser saman û erdên xelkê wî gundî.

Basnews
Top