• Sunday, 25 August 2024
logo

Dosyeya standina parêzbendiyê ji Kiliçdaroglu gihîşt parlamentoya Tirkiyê

Gulan Media April 15, 2021 Nûçe
Dosyeya standina parêzbendiyê ji Kiliçdaroglu gihîşt parlamentoya Tirkiyê
Wezareta Dadê ya Tirkiyê ji bo rakirina parêzbendiyê li ser heşt parlementerên CHPê û du parlementerên HDPê, êvara Çarşemê 14ê Nîsanê dosyeyên wan ji serokatiya parlamentoya wî welatî re şandin. Di nava wan dosyeyan de, dosyeya rakirina parêzbendiyê li ser Kemal Kiliçdaroglu, parlamenter û Serokê Giştî yê CHPê jî heye.

Di dema bihorî de, frakisyona CHPê bi îmzeya Kemal Kiliçdaroglu, 21 pirs derbarê eşkerekirina baskê siyasî yê Grûpa Fethulla Gulen de, arasteyî serokatiya parlementoya Tirkiyê kiribû, ji bo ku serokomar û berpirsên din ên Tirkiyê bersivê bidin.

Piştre Kiliçdaroglu di civîna frakisyona partiya xwe de, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi wê yekê tometbar kir, ku çavên xwe li ser çalakiyên Grûpa Fethulla Gulen girtine.

Di bersiva wê helwestê de, Wezareta Dadê ya Tirkiyê, heşt dosye amade kirin û pêşkêşî serokatiya parlementoyê kirin. Yek ji wan dosyeyan jî rakirina parêzbendiyê li ser Kemal Kiliçdaroglu ye.

Ji bilî Kiliçdaroglu, dosyeyên Oguz Kaan Salicî, Muherem Erkek, Yunus Imre, Velî Agbaba, Fethî Açîkel, Faik Oztrak û Ahmet Tuncay ji parlamentoyê re hatine şandin.

Li gorî rêkaran, Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop, dosye arasteyî fermangeha lêkolînan a parlementoyê dike, ji bo şopandinê di nebûna kêmasiyan de, û piştre arasteyî komîteya pêwendîdar dike û piştî pesendkirina wan, bi rêya Desteya Serokatiyê dikeve bernameya karê Encûmena Giştî ya parlamentoyê ji bo ku deng li ser bê dan.

Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê , di 27mîn xûla parlamentoya wî welatî de, hezar û 197 dosye jibo standina baweriyê û rakirina parzbendiyê li ser parlamenteran pêşkêşî serokatiya parlamentoyê hatine kirin. Ji wê hejmarê jî 909 dosye li dijî parlamenterên HDPê bûne û bawerî ji sê parlamenterên HDPê jî hatiye standin.

Rudaw
Top