• Sunday, 25 August 2024
logo

Leşkerekî Tirk hatiye kuştin

Gulan Media April 15, 2021 Nûçe
Leşkerekî Tirk hatiye kuştin
du welatiyên medenî jî birîndar bûne.
Di encama êrîşa mûşekî de hatiye kuştin.

Wezareta berevanî ya Tirkiyeyê derbarê êrîşa mûşekî yaku îşev bo ser hêzên Tirkiyeyê li Zilikanê ya li Başîkê pêk hatiye daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de wezareta berevanî ya Tirkiyeyê eşkere kiriye ku di encama êrîşa han de leşkereke wan hatiye kuştin.

Weke tê zanîn îşev bi çar mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya hêzên Tirkiyeyê ya bi navê Zilikanê ya li Başîkê hatiye kirin û di encam de du welatiyên sivîl jî ku xuşikên hevin birîndar bûne.
Top