• Sunday, 25 August 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Terorîstên piştî êrîşa îşev baca kiriyarên xwe didin

Gulan Media April 15, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Terorîstên piştî êrîşa îşev baca kiriyarên xwe didin
dibêje lazime komên çekdar yên derqanûnî ji sînorên Kurdistanê vekêşin.
Serokwezîrê Kurdistanê peyamek belav kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrîşa mûşekî ya îşev bo ser balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê peyamek belav kir ku ev jî naveroka peyamê ye;

Bi awayekî here tund ev êrîşa terorîstî yaku îşev bo ser balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê, navenda leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Başîkê hatiye kirin û ev komên terorîst yên ku di pişt êrîşê dene mehkûm dikim. Êrîşên wan demên dawî hewldanên eşkerene bo têkdana aramî û ewlekariya me û hemahengiya me li gel hevpeymaniya navdewletî.

Her komeke çekdar yaku di çarçoveya hêzên fermî yên Îraqê de nebe, lazime dem û dest li sînorên herêma Kurdistanê vekêşe, di rojên pêşiya me de, emê li gel hevbeşên xwe yên li Îraqê û civaka cîhanî giftûgo li ser rêkarên cîhbicîh kirina ew pêngava han bikin.

Îşev li gel Serokwezîr Mistefa Kazimî û Serokê parlementoyê Mihemed Helbûsî giftûgo kir, bo tekez kirin û dubare kirina hemahengiya me ya derbarê armancên hevbeş yên me yên bo lêpirsînê ji wan komên derqanûnî.

xelkê herêma Kurdistanê dilniya dikim ku endamên komên terorîstî yên li pişt êrîşa îşev baca kiriyarên xwe didin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî
Top