• Sunday, 25 August 2024
logo

NY êrîşa li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike

Gulan Media April 15, 2021 Nûçe
NY êrîşa li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike
Nûnera Netewên Yekgirtî li Iraqê êrîşa şeva borî ya li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike û radigihîne, ev bûyer bûyer mînaka gaveke din a metirsîdar e ji bo dirustkitina aloziyê û û têkdana aramiyê.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert di twittekê de nivîsî: “Bûyerên şevê din li Herêma Kurdistanê rû dane, mînaka gaveke din a metirsîdar e ji bo dirustkitina aloziyê û û têkdana aramiyê li Iraqê.”

Ragihand jî, “Em van kiryaran şermezar dikin û em daxwazê ji Hikûmetên Federal û Herêma Kurdistanê dikin ku bi lez û bi yekdengî kar bikin da ku rê li ber dubarebûna van êrîşan bên girtin.”

Şeva borî 14.4.2021an careke din Firokxaneya Navdewletê ya Hewlêrê rastî êrîşekê hat. Li gor zanyariyan, binkeya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li firokxaneyê hatibû armanckiri kirin, li ti ziyanên canî nebûn.

K24
Top