• Sunday, 25 August 2024
logo

Hecî Mehmûd: Bihevre jiyana Hewlêr û Bexdayê nemaye

Gulan Media April 15, 2021 Nûçe
Hecî Mehmûd: Bihevre jiyana Hewlêr û Bexdayê nemaye
dibêje lazime ji raya giştî re were gotin ku dewlet li dijî gelê Kurde.
Derbarê êrîşên duhê yên ser balefirxaneya Hewlêrê de daxuyanî da.

Îro pêncşem Sekreterê giştî yê partiya sosiyal demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd derbarê êrîşa mûşekî ya duhê şev ya bo ser balefirxaneya Hewlêrê de got: Lazime ji raya giştî ya Kurdistanê re were gotin ku hikûmeta Îraqê li dijî gelê Kurdistanê ye.

Hecî Mehmûd diyar kiriye ku bêgoman ev êrîşa han ne ji derveya çarçoveya hêzên çekdar yên Îraqê hatiye kirin, daxwaz ji desthiladarên Kurdistanê dikim ku bêyî şerim kirin ji raya giştî ya xelkê Kurdistanê re bêjin ku ev karê hikûmeta Îraqê ye û li dijî gelê Kurde.

Nav hatî diyar kiriye ku hewlên cidî yên bo têkdana aramiya Kurdistanê di holê dene û ne bawere ku bihevre jiyana Hewlêr û Bexdayê mabe.

Weke tê zanîn duhê bi şev bi mûşekan êrîşî ser balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê hatibû kirin.
Top