• Sunday, 25 August 2024
logo

Babekir Zêbarî: Divê bi lez komên çekdar ji Kurdistanê bên derxistin

Gulan Media April 15, 2021 Nûçe
Babekir Zêbarî: Divê bi lez komên çekdar ji Kurdistanê bên derxistin
Şîretkarê serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê, Babekir Zêbarî dibêje, ew êrişa ku li dijî Hewlêrê hatiye kirin, nabe biçûk were dîtin û yên ku êriş kirine jî bi piştevaniya hêzên mezin ew kar kirine.

Şîretkarê serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê, Babekir Zêbarî li ser êrişa şeva borî ya li ser firokexaneya Hewlêrê ji BasNewsê re got, êrişa şeva borî gelek tişt derxist holê. Ew êriş bi drone hatiye kirin û drone jî bi kamîrayên pêşketî hatiye bikaranîn. Bi wan kamîrayan hedefa xwe baş dîtine û êriş kirine. Ev kar bi çend kesan nayê kirin belkû bi piştevaniya hêzên mezin û bi derfetên bihêz tê kirin. Serokê Herêma Kurdistanê û serokê hikûmeta Kurdistanê pêwendî bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kirin. Eger pêşiya wan êrişan neyê girtin û ew komên çekdar venekişin dê rewş xirabtir bibe.

Babekir Zêbarî her wiha got, Amerîka di pileya yekem de li hember vê rewşê berpirsiyar e, ji ber ku li derveyî sînorên Kurdistanê hatiye kirin. Armanca wê jî têkdana aramiya Kurdistanê ye, ji ber wê jî divê bi lez Waşington parastina Kurdistanê bixe destpêka pilan û bernameyên xwe.

Şîretkarê serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman jî, divê demildest rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bicîh were û komên çekdar ji nav Kurdistanê derkevin. Divê mekanîzmek were dîtin da ku metirsî li ser Kurdistanê nemîne.

Basnews
Top