• Sunday, 25 August 2024
logo

Amerîka: Em ji êrîşa Hewlêrê gelek aciz bûne

Gulan Media April 15, 2021 Nûçe
Amerîka: Em ji êrîşa Hewlêrê gelek aciz bûne
dibêje gelên Îraqê rastî karesatên mezin hatine.
Dibêje gelên Îraqê rastî karestaên mezin hatine.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Ned Price di preskonferansekê de derbarê êrîşa mûşekî ya duhê bişev bo ser balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê ragihand ku Amerîka ji êrîşa han gelek acize.

Ned Price diyar kiriye ku gelên Îraqê jiber êrîşên ku bo ser serweriya axa wan tên kirin rastî gelek zirar û karesatan hatine.

Weke tê zanîn duhê bi şev di seat 9 û 15 deqîqeyan de êrîşî ser hêzên Tirkiyeyê yên li Başîkê hate kirin û pişt re jî di seat 9 û 50 deqîqeyan de bi mûşek êrîşî ser balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê hate kirin.
Top