• Sunday, 25 August 2024
logo

Şandeke Amerîkî serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir

Gulan Media April 15, 2021 Nûçe
Şandeke Amerîkî serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir
Şandeke Amerîkî seredana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir.

Şandeke Amerîkî ya bi serpereştiya Cîgirê Şandeyê Taybet bo Sûriyê David Brownstein, seredana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

David Brownstein ji aliyê Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer ve hat pêşwazîkirin û herdu alî li hev civiyan.

Li gor ragihandina Ofîsa Derve, di civîna herdu aliyan de, rewşa giştî ya Sûriyê û rewşa navçeyên Rêveberiya Xweser, derbarê beşdarbûna Rêveberiya Xweser di prosesa siyasî de û rêyên çareseriya siyasî li Sûriyê hatin, gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de, behsa girîngiya rola hevpeymaniya Navdewletî di warên siyasî, aborî, emnî û mirovî de li herêmê hat kirin.

Rudaw
Top