• Sunday, 25 August 2024
logo

Tirkiyê bi belavokan gef li xelkê Til Rifetê xwar

Gulan Media April 15, 2021 Nûçe
Tirkiyê bi belavokan gef li xelkê Til Rifetê xwar
Balafirên bê pîlot ên Artêşa Tirkiyê li bajarê Til Rifet ê bakurê Sûriyê, belavokên kaxezî bi ser xelkê de avêtin. Ev yek ji piştî vekişîna beşeke hêzên Rûsî ji herêmê tê.

Çavkaniyeke xwecihî ji nav bajarê Til Rifet, ji Rûdawê re ragihand, firokeyên bê pîlot ên Artêşa Tirkiyê belavokên kaxezî bi ser xelkê wî bajarî de avêtin ku tê de gef hatine xwarin.

Di wan belavokan de amaje bi hêzên Kurdî yên li herêmê hatiye kirin û ji xelkê re hatiye gotin, “nabe baweriya wan bi Qendîlê hebe” herwiha daxwaz ji xelkê hatiye kirin ku ji navçeyê derkevin.

Zanyariyên ku ji heman çavkaniyê bidest Rûdawê ketin, nîşanê bi wê yekê didin ku di wan kaxezan de hatiye, “nabe xelk baweriyê bi Qendîlê bînin û tiştê ku berî sê salan li Efrînê çê bû, belge ye li ser vê yekê.”

Di heman belavokan de ji xelkê re hatiye nivîsîn, “Xwe û zarokên xwe rizgar bikin û ji navçeyê derkevin.”

Tirkiye ku demeke dirêj e gefa encamdana operasyonekê li dijî Til Rifetê dixwe, HSD û YPGê wek ser bi PKKê ve binav dike, lê ew hêzên Rojavayê Kurdistanê vê yekê red dikin.

Ev pêşhate, di demekê de ye, ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ji destpêka vê mehê ve, gef û topbaranên xwe li dijî navçe û bajarê Til Refet bêhtir kirine.

Li gorî zanyariyan wê navçeyê jibilî hêzên HSDê, hêzên Rûsî û hêzên hikûmeta Sûriyê, bi dehan hezar koçberên Herêma Efrînê jî hene.

Lê çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Tel Rifetê ji Rûdawê re ragihand ku beşeke mezin ji hêzên Rûsî roja Sêşemê, 13/04/2021, ji 2 binkeyên sereke ji derdora bajarê Tel Rifetê vekişiyane.

Berî niha vekişîna hêzên Rûsî ji navçeyê bûbû cihê nerazîbûnê xelkê navçeyê û xelkê bi vêxistina agir li ser hinek rêyan nerazîbûna xwe nîşan dabûn.

Til Rifet 25 kîlometran dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ew bajarok Sibata 2016an ji destê çekdarên opozisyona Sûriyê derxistibû.

Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Efrînê hejmareke zêde ya xelkê Efrînê koçberî wê deverê bûne û niha di 5 kampan de dijîn.

Girîngiya Til Rifetê ji wê yekê tê ku li devera Şaehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên YPGê lê hene, herwiha Firokexaneya Minnix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye ku di kontrola hêzên Kurdî de ye.

Rudaw
Top