• Sunday, 25 August 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Emê berdewam bin li ser ava kirina deverê

Gulan Media April 14, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Emê berdewam bin li ser ava kirina deverê
dibêje emê maf û daxwazên Êzidiyan biparêzin.
Bi minasebeta hatina sersala Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna sersala Êzidiyan peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kir ku ev jî tekesta peyamê ye;

Peyama pîrozbayî ya Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi minasebeta hatina sersala olî ya Êzidiyan

Bi minasebeta hatina cejna sersala olî ya Êzidiyan, pîrozbayiyên gerim pêşkêşî xuşik û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê dikim û hêvî dikim sala nû sala şadî û bextewerî û bidawî hatina nexweşî û derdeseriyan be.

Bi vê minasebeta han gerentî didin xuşik û birayên Êzidî ku hikûmeta herêma Kurdistanê piştîvaneke bihêze bo daxwazên reva yên Êzidiyan û tevahiya karînên xwe bikar tîne bo xizmet kirina zêdetir ya Êzidiyan û kar kirin ji bo vegerandina awareyan û avedan kirina deverên Êzidiyan bi hevkariya hikûmeta fedralî ya Îraqê û civaka navnetewî.

Bêgoman cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê ya di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî ya Îraqê û derxistina çekdarên derqanûnî ji Şingalê egereke girîng ya vegerandina ewlekarî û aramiyê ye bo deverê.

Serokê hikûkmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Top