• Sunday, 25 August 2024
logo

Îstixbarata Niştimanî ya Amerîkayê behsa egera vekişîna Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê kir

Gulan Media April 14, 2021 Nûçe
Îstixbarata Niştimanî ya Amerîkayê behsa egera vekişîna Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê kir
Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Amerîkayê di raportekê de amaje bi rewşa Sûriyê kiriye û behsa rewşa Kurdan li wî welatî jî kiriye û ragihandiye, eger hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê vekişin, “dê guvaşên li ser Kurdan zêdetir bibin”. Li gor raportê, hersê welatên Rûsya, Sûriye û Tirkiyê guvaşê li Kurdan dikin.

Di raporta Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Amerîkayê de behsa wê yekê hatiye kirin, ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê rastî guvaşeke mezin ji çend aliyên cuda tê, hem li nav Sûriyê û hem li Rojavayê Kurdistanê.

Raporta Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Amerîkayê behsa gefên ser Amerîkayê yên di sala 2021 de dike û bêtir giringî daye Çîn, Rûsya, Îran û Koreya Bakur.

Lê di beşa Rojhilata Navîn a raportê de, dema behsa krîza Sûriyê û berdewamiya gefên ji wî welatî ve bo ser Amerîka û berjewendiyên wê dike, li wir behsa guvaşên li ser Kurdan dike û têde hatiye: “Îsal jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê rastî guvaşên mezin ên sê aliyên Tirkiye, Rûsya û Sûriyê jî dibin.”

Di beşeke raportê de hişyarî hatiye dan, ku eger Amerîka ji wê navçeyê vekişe, dê guvaşên li ser Kurdan zêdetir bibin.

Herwiha raport amaje bi wê yekê jî dike, ku “hêzên Amerîkayê li Sûriyê rûbirûyê gefên Îran, Sûriye û grûpên çekdar ên nêzîk li Sûriyê û Îranê jî dibin.”

Rudaw
Top