• Sunday, 25 August 2024
logo

Kazimî dijî Îranê berê xwe dide Kendavê

Kazimî dijî Îranê berê xwe dide Kendavê
kazimî li gel siûdiye û îmaratê çend rêkeftinên girîng îmze kiriye.


Dixwaze hejmûna Îranê li Îraqê kêm bike.

Rojnameya Jorselîm post ya Îsraîlî raportek derbarê rewşa Îraqê û serdanên vê dawî yên Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bo welatên Kendavê belav kiriye.

Rojname di raporta xwe de diyar kiriye ku, Kazimî dixwaze bo kêm kirina hejmûna Îranê ya li ser Îraqê, têkiliyên Îraqê li gel welatên Kendavê zdêetir pêşde bibe.

Di raportê de tekez li ser vê yekê kiriye ku Kazimî hewl bo vê yekê dide li hember destwerdaniyên Îranê piştîvaniya welatên Kendavê bidest bîne daku bikarêbe rol û bandora Îranê li Îraqê kêm bike.

Weke tê zanîn di wan rojên derbasbûyî de Serokwezîrê Îraqê serdana Îmaratê kiribû û beriya Îmaratê jî serdana Siûdiyeyê kiribû û li gel wan her du welatan çend rêkeftin îmze kiribû.
Top