• Sunday, 25 August 2024
logo

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber Koronayê qedexeya hatinçûnê hat ragihandin

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber Koronayê qedexeya hatinçûnê hat ragihandin
heta niha nêzî 400 kesan canê xwe ji dest dane.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ji ber zêdebûna haletên pêketina bi vîrûsa Koronayê qedexeya çûnûhatinê ji bo hefteyekê li Rojavayê Kurdistanê ragihand û qedexe îro dest pê dike.

Li gor wê biryarê, qedexeya giştî li Heseke, Qamişlo û Reqayê dibe û li bajarên din yên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser qedexeya sînordar ji demjimêr 4 piştî nîvro û heta 6ê sibehê dibe.

Li gor amarên rojane yên ku ji aliyê desteya tendirostî ya Rojavayê ve têne belavkirin, ev demkêke hêjimara kesên ku bi Koronayê dikevin zêde bûye û heta niha bi giştî nêzî 400 kesan canê xwe ji dest dane.
Top