• Sunday, 25 August 2024
logo

Wezareta Elektirîkê: Heta dûmahîka îsal dê li seranserî Kurdistanê pîverên zîrek bên girêdan

Wezareta Elektirîkê: Heta dûmahîka îsal dê li seranserî Kurdistanê pîverên zîrek bên girêdan
Berpirsekî Wezareta Elektirîka Kurdistanê dibêje, heta niha 560 hezar pîverên zîrek hatine girêdan û bi xilasbûna pirojê re dê %70 arîşeyên elektirîkê bên çareserkirin.

Wekîlê wezareta elektirîka Kurdistanê, Kamîl Qezaz ji BasNewsê re got, di çarçoveya elektironîkkirina sektora elektirîkê de heta niha 560 hezar pîverên zîrek hatine girêdan. Ji roja 1 vê mehê de pîverên zîrek ketine kar û êdî diravê elektirîkê dê bi pîverên zîrek were komkirin.

Kamîl Qezaz her wiha got, destpêkê dê wek têst kar bikin û heta dûmahîka îsal dê girêdana pîverên zîrek xilas bibe. Bi texmîna me piştî ku piroje xilas bû jî dê %70 arîşeyên elektirîkê bên çareserkirin.

Basnews
Top