• Sunday, 25 August 2024
logo

Enstîtuya Kurdî-Amerîkî: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê rêkeftineka hevseng û Destûrî ye

Enstîtuya Kurdî-Amerîkî: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê rêkeftineka hevseng û Destûrî ye
Berpirs enstîtuya Kurdî-Amerîkî dibêje, siyaseta neftê ya hikûmeta Kurdistanê gelekî girîng e û serokê hikûmeta Kurdistanê jî roleka girîng di rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de hebû.

Berpirsa enstîtuya Kurdî-Amerîkî, Tara Şiwan ji BasNewsê re got, rola serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, him beriya rêkeftina bi Bexdayê re him jî di dema rêkeftinê de gelekî girîng û pozîtîf bû.

Tara Şiwan her wiha got, gelek kes hebûn daxwaz dikirin Hewlêr dosyeya neftê teslîmî Bexdayê bike. Eger tiştekî wisa biqewimiya êdî ti girîngiyeka statûya Herêma Kurdistanê nedima. Ji xwe ew daxwaz jî daxwazeka Destûrî nebû.

Berpirsê enstîtuya Kurdî-Amerîkî li ser siyeta nefta hikûmeta Kurdistanê jî got, siyaseta nefta hikûmeta Kurdistanê gelekî girîng e. Her çi qasî dosye û siyaseta nefta Kurdistanê mukir û baş be pêgeha Herêma Kurdistanê jî bihêztir dibe.

Tara Şiwan da zanîn jî, rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser bûdcê rêkeftineka hevseng û Destûrî ye û got, rêkeftinê tevahiya wan têgehan pûç kir ku digotin hikûmeta Kurdistanê naxwaze bi Bexdayê re rêkeftinê bike.

Bi gotina Tara Şiwan, zêdebarî hebûna astengiyên mîna Koronayê û erzanbûna nirxa neftê, kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê karî karên baş bike û bi qanûna çaksaziyê jî dikare piraniya arîşeyan çareser bike û pişta xwe bi xwe girêbide.



Basnews
Top