• Sunday, 25 August 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî ji bo mafên Kurdên Feylî bang li Iraqê kir

Nêçîrvan Barzanî ji bo mafên Kurdên Feylî bang li Iraqê kir
Serokê Herêma Kurdistanê di 41mîn salvegera cenosayda Kurdên Feylî de peyamek belav kir û ragihand: “Ji bilî kurdbûnê û berevanîkirina li nasname û mafên rewa yên milletê xwe, ti tawan û xetayeke wan nebû.”

Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de dibêje: “Di bîranîna 41 saliya rêze tawanên cenosayd û ji welat derxistin û bêseruşûnkirina xûşk û birayên Kurdên Feylî de, em şehîd û sitemlêkiriyên jibîrneçûyên wan tawanan bi rêz û hurmet ve bibîrtînîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike: “Ji welat derxistina sedan hezar Kurdên Feylî û bêseruşûnkirina dehan hezarên din, jê standina welatîname û zeftkirina mal û mulkên wan, cenosaydeke nijadperestane ya Beisê bû li hember kurdên bêgunehên Feylî ku ji bilî kurdbûn û berevanîkirina li nasname û mafên rewa yên milletê xwe, çi tawan û xetayeke wan nebû.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê nasandina wan tawanan weke cenosayd ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanên Iraqê ve, weke biryareke dadperwerane û rewa bi nav dike û destnîşan dike: “Ew biryare dewlet û hikûmeta Iraqê dixe ber erk û berpirsiyariya qerebûkirina maddî û manewî ya qurbaniyan û ziyanlêketiyan.”

Nêçîrvan Barzanî bang li hikûmeta Iraqê dike ku erkên xwe yên yasayî, exlaqî û wîjdanî li hember Kurdên Feylî pêk bîne û dibêje: Em daxwaz ji hikûmeta Federal a Iraqê dikin wê erka yasayî û exlaqî û wîjdanî bi cîh bîne û mulk û mal û welatîname û mafên wan ên medenî û qerebûya ziyanê ji bo kurdên sitemdîtiyên Feylî vegerîne û kêşe û giriftên wan çareser bike.

Di dawiya peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Silav û hurmet ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî. Em silav û rêz ji malbatên wan ên serbilind re dişînin. Xebat û dilsozî û qurbanîdana xûşk û birayên me yên Kurdên Feylî, herdem cihê şanaziya gelê me ye.”

Rudaw
Top