• Sunday, 25 August 2024
logo

Îraq û Îmarat têkiliyên xwe bihêztir dikin

Îraq û Îmarat têkiliyên xwe bihêztir dikin
Serokwezîrê Îraqê duhê serdana Îmaratê kiribû.
Serokwezîrê Îraqê li gel hakimê Dubayî civiya.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ku niha bi serdanek li Îmaratêye, li gel hakimê Dubayî Mihemed bin Raşêd Elmektûm civiya.

Di vê derbarê de navenda ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê belav kiriye ku, Mistefa Kazimî û Elmektûm di civîna navbera xwe de behsa têkiliyên navbera Îraq û Îmaratê kirine û tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên navbera her du aliyan kirine.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî duhê bi serdaneke fermî li gel şandeke Îraqî serdana Îmaratê kiribû.

k24
Top