• Sunday, 25 August 2024
logo

Çekdarên PKKê li ser rêya gundekî Dihukê bomb danîne

Çekdarên PKKê li ser rêya gundekî Dihukê bomb danîne
mîn ji aliyê xelkê ve hatine dîtin.


Çekdarên PKKê li ser rêya gundekî devera Amêdiyê li parêzgeha Dihukê bombek danîne, ji ber wê jî rê hatiye girtin.

Qaymeqamê nahiya Kanî Masê ya bajarokê Amêdiyê, Serbest Sebrî Akreyî ji BasNewsê re got, roja îniya borî em hatin agahdarkirin ku li ser rêya gundê Binavê yê nahiya Kanî Masê bombek hatiye danîn. Ji ber wê jî em çûn wir û me dît bombek hatiye danîn.

Serbest Akreyî her wiha got, ji bo ku jiyana xelkê wê deverê nekeve metirsiyê me rêya gund da girtin û me bi pêwendî bi dezgeha mîn ya Dihukê kir da ku wê bombê pûç bikin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, mîna her car ew bomb jî ji aliyê çekdarên PKKê ve hatine danîn. Meha borî li devera Sîdekan bombeka PKKê teqiya ji ber wê jî pêşmergeyek şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Ji basnesê hatiye wergirtin.
Top