• Sunday, 25 August 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe bo Şahê Urdinê diyar kir

Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe bo Şahê Urdinê diyar kir
duhê hewl bo kûdetayeke leşkerî hatibû dayîn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem re ragihand.

Piştî hewla kûdetayê ya li dijî şahê Urdinê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û ragihand, “Em hemû piştgiriyekê bo xwedî şan, Şah Ebdullahê Duyem, Şahê Şahnişîniya Urdina Haşîmî, xanewadeya Şahane û aramî, asayiş û ewlehiya Urdinê û gelê wê dûpat dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha dibêje,“Her demm dilê me li gel gelê Urdinê ye û Xwedayê mezin wan biparêze.”

Weke tê zanîn duhê hewl hatibû dayîn daku kûdetayeke leşkerî were kirin.
Top