• Sunday, 25 August 2024
logo

Hoşeng Osê: Zimanê kurdî li nav PKKê de zimanê jinbavê ye nek yê daykê!

Hoşeng Osê: Zimanê kurdî li nav PKKê de zimanê jinbavê ye nek yê daykê!
Nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê dibêje, PKK ji roja ku hatiye avakirin ve heta niha hewla tinekirina ziman û çanda kurdî dide. Zimanê kurdî li nav PKKê de zimanê “jinbavê” ye nek zimanê daykê!

Nivîskar û rewşenbîrê kurd yê Rojavayê Kurdistanê, Hoşeng Osê li ser rûpela xwe ya facebookê gotarek belav kiriye. Osê di gotara xwe de gotiye, PKK berdewam behsa tinekirina ziman û çanda kurdî dike. Di rastiyê de PKK ji roja ku hatiye avakirin de heta niha hewla tinekirina ziman û çanda kurdî dide. PKKê ne tenê nekariye zimanê kurdî li Tirkiyê bike zimanê fermî, nekariye zimanê kurdî li nav xwe de jî bide bikaranîn û bike zimanê rojane.

Hoşeng Osê behsa kurdiya rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan jî kiriye û gotiye, heta niha Ocalan nikare nivî rûpel jî bi kurdî binivîse. Wî dikarîbû di heyama 22 salên ku di zîndanê de ye, xwe fêrî kurdî bike. Wî dikarîbû xwe fêrî zimanên erebî, înglîzî û fransî jî bike.

Osê daye xuyakirin jî, ne tenê Ocalan lê serkirdeyên PKKê yên mîna Cemîl Bayîk, Murad Qarayîlan, Duran Kalkan, Mistefa Qeresû, Elî Heyder Qeytan û Riza Altûn jî nikarin bi kurdî bipeyîvin. Zimanê fermî yê PKKê tirkî ye. Bi rastî PKKê îsbat kiriye ku “tirkên çiya” ne nek kurdên bajar û gundan!

Hoşeng Osê behsa serkirdeyên PKKê yên li Rojavayê Kurdistanê jî kiriye û gotiye, tirkiya wan ji kurdî û erebiya wan pir baştir e! çima?! Ji ber ku PKKê zimanê wan ji wan standiye û tirkî bi ser wan de sepandiye. Bi rastî PKKê di siyaseta tirkkirinê de serkeftî bûye.

Basnews
Top