• Sunday, 25 August 2024
logo

Li Indonesyayê ji ber lehiyê 75 kes mirin

Li Indonesyayê ji ber lehiyê 75 kes mirin
Li Indonesyayê û Tîmora Rojhilat ji ber lehiyê 75 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kes hîn windayî ne.

Ji ber baran û erdherrikînê ava bendavan bi ser ve diçe, di encamê de bi sedan mal di bin avê de mane, tîmên hawarçûnê hewl didin kesên ku ji ber lehiyê asê mane, rizgar bikin.

Berdevkê Ajansa Rêvebirina Karesatan li Indonesyayê, Raditya Jati ragihandiye ji ber lehî û herikîna erdê 55 kesan canê xwe ji dest dane û 42 kesên din hîn windayî ne.

Raditya Jati daye xuyakirin, eger heye hejmara qurbaniyan bilindtir bibe.

Indonesya welateke başûrê rojhilatê Asyayê ye ku axa wê ji zêdetir ji 17 hezar giravên mezin û biçûk pêktê û zêdetir ji 6 hezar giravan bi kêrî jiyanê tên.

Li Tîmora Rojhilat jî ku dikeve rojhilatê Indonesyayê, bi sedema lehî û baranê 21 kesan canê xwe ji dest dane..

Li her du welatan ji ber herî û baranê gelek rêyên hatin û çûnê jî hatine girtin.

K24
Top