• Sunday, 25 August 2024
logo

Amerîka: Berdewam dibin li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Amerîka: Berdewam dibin li ser piştîvanî kirina Kurdistanê
dibêje ev navçeya han bo dilniya bûn ji selametiya gelê Kurd bû.
Di 30 saliya ava kirina navçeya dije firîn de Konsulusxaneya Amerîkayê peyamek belav kiriye.

Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê di 30 saliya ava kirina navçeya dije firîn yaku bû destpêkek bo damezrandina herêma fedral ya Kurdistanê, peyamek belav kiriye.

Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê di peyama xwe de nivîsandiye; Amerîka pêbendiya xwe bi piştîvaniya gelê Kurdistanê diyar dike û hevkariyên Amerîkayê bo Kurdistanê jî berdewam dibin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku beriya 30 salan, Netewên Yekgirtî jî hevkar bûye bo awa kirina hêla aram û ev jî ragihandina navçeya dije firîn û ragihandina xeta 36 ya li Bakûrê Îraqê ya bo dilniya bûn ji aramî û selametiya gelê Kurd bû.
Top