• Sunday, 25 August 2024
logo

Mesrûr Barzanî piştîvaniya Şahê Urdinê dike

Mesrûr Barzanî piştîvaniya Şahê Urdinê dike
dibêje hikûmeta Kurdistanê piştîvaniya aştî û aramiyê li Urdinê dike.
Duhê xwestibûn dijî wî kûdetaya leşkerî bikin.

Piştî ku duhê hin alî xwestin ku li Urdinê kûdetayeke leşkerî bikin û desthilat bigirin dest, lê hewlên wan bo kûdetayê ser negirtin.

Li ser vê mijarê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke li ser hesabê xwe yê twitterê weşandiye û piştîvaniya xwe bo Şahê Urdinê Şah Ebdulah diyar kiriye.

Mesrûr Barzanî nivîsandiye; Bo parastina aramî û aştî li Urdinê hikûmeta herêma Kurdistanê bi temamî piştîvaniya Şah Ebdulah û şahnişîna Urdinê dike.
Top