• Sunday, 25 August 2024
logo

Felah Mistefa: Van rojan Nêçîrvan Barzanî destpêşxeriyekê bo civîna partiyan radigihîne

Felah Mistefa: Van rojan Nêçîrvan Barzanî destpêşxeriyekê bo civîna partiyan radigihîne
Felah Mistefa, Şêwirmendê bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, di van rojan de Nêçîrvan Barzanî dê destpêşxeriyekê ragihîne û partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li hev bicivîne.

Felah Mistefa ji Rûdawê re ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hev civandina partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xistiye nav bernameya karê xwe û di van rojên bê de dê destpêşxeriyekê ragihîne.

Şêwirmendê bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê got, “Nêçîrvan Barzanî dixwaze Serokatiya Herêma Kurdistanê bike sîwana li hev komkirina tevaya aliyên siyasî, bi taybetî di salvegera biryara 688 û çêkirina navçeya dijefirînê, ku di meha Nîsanê de biryar li ser hatibû dan, û di van bîranînan de yekrêzî û tifaqê ragihîne”.

Têkildawî hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo li hev civandina partî û aliyên siyasî, Endamê Encûmena Bilind a Komeleya Dadgeriya Kurdistanê Farûq Elî ji Rûdawê re diyar kir, “Komeleya Dadgeriya Kurdistanê wiha bawer dike ku rêya dirist ev e ku berjewendiyên hevbeş bên berçavgirtin û civîna partiyan jî ji bo mijarên çarenivîssaz, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, mûçe û pirsgirêkên welatiyan be”.

Farûq Elî destnîşan kir, serkirdatiya Komeleya Dadgeriya Kurdistanê dê di vê heftiyê de bicive û derbarê wê destpêşxeriyê de gotûbêjê bike û tekez dike, “giring e em bizanin di civînê de kîjan partî beşdar e û bandor û hêza wan çi qas e? Şêweya civînê nîşan dide ku encama wê dê çi be”.

Wî endamê Encûmena Bilind a Komeleya Dadgeriya Kurdistanê dibêje, bi nêrîna wî wiha baş e ku tenê partiyên mezin ên weke PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû di civînê de bin, çimku bi gotina wî “eger civîn gelek qelebalix be, bandora wê dê kêmtir be”.

Di Sibata îsal de Partiya Demokrata Kurdistanê şandek pêk anî ku serdana hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kir. Ehmed Kanî, Endamê serkirdatiya PDKê ji Rûdawê re da xuyakirin, serkeftina Kurdistanê di vê yekê de ye ku yekrêzî û tifaq li navxweyê welat hebe û got: “Her dema ku Kurd yekdest û yekrêz bûye, serkeftin baştir û destkeft jî zêdetir bûne. Li Herêma Kurdistanê jî eger em hemû yekrêz bin û destkeftan biparêzin, dê me berhemên baştir hebin. Yekrêzî ne zehmet e eger ku em berjewendiyên kesî û partayetî bidin alî û di xizmeta berjewendiyên giştî de bin”.

Ehmed Kanî amaje bi wê yekê jî kir, ku serdan û civînên PDKê li gel partî û aliyên din, dê civînê din jî li pey xwe bîne.

Têkildarî li hev civandina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Endamê Jûra Pêwendiyên Dîplomasiyên Tevgera Goranê, Şonas Şêrko ji Rûdawê re ragihand, “Me çend caran hewl daye tevahiya aliyên siyasî bicivin û beşdar bin di biryardana siyasî li Bexdayê û Herêma Kurdistanê, lê pêwendiyên navbera PDK û YNKê bandor li ser lidarneketina civînan hebûye.”

Wî rayedarê Goranê tekez jî kir, “daxwaza Serokatiya Herêma Kurdistanê heman daxwaza Tevgera Goranê ye û heya radeyekê bandor hebûye li ser birêveçûna civînan.”

Endamê Polîtboruya PDKê, Ceifer Êminkî jî têkildarî destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, “ew destpêşxerî derfeteke din e ji bo bêtir ji hev nêzîkkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkan”.

Roja 20ê Adara 2021, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ji bo Cejna Newrozê de, tevaya aliyên siyasî yên Kurdistanê vexwandibû civîneke hevbeş ku hatibû gotin, dê civîn piştî Newrozê li Serokatiya Herêma Kurdistanê bê lidarxistin.

Rudaw
Top