• Sunday, 25 August 2024
logo

Li Urdinê hewla darbeyê

Li Urdinê hewla darbeyê
Hat îdiakirin ku Mîrza Hamza bîn Huseyînê birayê Qralê Urdinê Ebdullah ê 2yemîn hatiye desteserkirin û li Qesra Ammanê di bin çavdêriyê de ye.

Li gor nûçeya rojnameya Washîgnton Posta ku navenda wê Amerîka ye, Mîrza Hamza bîn Huseyînê kurê mezin ê Qral Huseyîn û birayê Qral Ebdullah ê 2yemîn û 20 kesên din “bi hinceta ku ji bo aramiya welêt gef in" hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku mîrza li Qesra xwe ya li Ammanê tê girtin û di nav kesên hatin desteserkirî de kesên ji teşkîlata ewlehiyê ya wî welatî jî hene.

Di nûçeya PETRAya ajansa fermî ya Urdinê de jî hat redkirin ku Mîrza Hamza hatibe desteserkirin yan jî di hepsa malê de tê girtin..

Li gor ajansa Petra lêkolîn bi Şerîf Hesen bin Zêd û Serokê Dîwana Qiraltiyê yê berê Îbrahîm Awadallah destpê kirine.

Rudaw
Top