• Sunday, 25 August 2024
logo

Sancar: Berî hilbijartinê jî partiya me bigrin bijardeyên me yên din hene

Sancar: Berî hilbijartinê jî partiya me bigrin bijardeyên me yên din hene
Di çarçoveya nîqaşên li ser hewldana girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de, Hevserokê HDPê Mithat Sancar nerîna xwe eşkere kir û got: “Eger hat û berî hilbijartinan hewla girtina partiya me bê dayîn, wê demê jî giraniya xwe di hilbijartinan de pêşan didin û bijardeyên me yên din dê hebin.”

Hevserokê HDPê Mithat Sancar di hevpeyvîneke taybet de ragihand ku desthilat ji bo mana xwe hemû karekî dike û got: “Destpêkê xwest ji bilî HDPê partiyên din ên opozisyonê bixe jêr baskê xwe, lê dema dîtin hemû derî li ber wan hatin girtin, wê demê xwest opozisyonê ji nav xwe lawaz bike û dest avêt bijardeya girtina HDPê.”

Derbarê girtina Omer Faruk gergerlioglu de jî Hevserokê HDPê got: “Kar û çalakiyên Gergerlioglu desthilat gelekî nîgeran kiriye. Gergerlioglu helwêsta xebata partiya me pêşan da. Wek HDPê dema parlamenteriya wê hat betalkirin û piştre jî di hemû pêşhateyan de em bi hevre bûn, me însiyatif jî da parlamenterê xwe. Helwêsta desthilatê ya derbarê parlamenterê me Gergerlioglu de nîşaneya tirs û bêçareyiya wê ye.”

Hevserokê HDPê tekez kir ku hilbijartina pêşwext her tê kirin, lewra desthilat hewl dide berî hilbijartinan HDPê bigre, lê eger hat û ev kar jî kir, bijardeyên wan ên din hene û wê demê giraniya xwe di hilbijartinan de pêşan didin û bijardeyên wan ên din jî dê hebin.

Mithat Sancar got: “Ev welat ne milkê take kesekî ye. Ew rejîma ku niha desthilat di destê wê de ye, hewl dide bi rêyên ne dadperwerî demokrasiyê nehêle, gel birçî û parçe parçe dike daku bi asanî kontrol bike. Rojane hetîketiyek derdikeve, gendeliyê baskê xwe bi ser hemû saziyan de kişandiye ku ew birêve dibin. Take rêya çareserkirina hemû pirsgirêkan ji nemana vê desthilatê pêk tê.”

Rudaw
Top