• Sunday, 25 August 2024
logo

Serok Barzanî: Remzî Şaban ji min re dostekî nêzîk, bira, heval û hevsengerekî emîn bû

Serok Barzanî: Remzî Şaban ji min re dostekî nêzîk, bira, heval û hevsengerekî emîn bû
Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawiyê ya Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Remzî Şaban, peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand, “Remzî Şaban temenê xwe ji bo xebat, Kurdayetî û xizmetkirina di nava rêzên PDKê de terxan kir.”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabiniyeke mezin, roja 3ê Nîsana 2021an Pêşmerge, xebatkar, kadro serkide, şoreşger, endamê Encûmena Serkirdatiyê û berpirsê Nivîsgeha Birêvebirin û Darayî ya Partiya Demokrat a Kurdistamê heval Rezmî Şaban ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir. Remzî Şaban temenê xwe ji bo xebat, Kurdayetî û xizmetkirina di nava rêzên PDKê de terxan kir û di hemû qonaxan de kadro û Pêşmergeyekî dilsoz û wefadarê rêbaza Barzanî û niştimanperwer bû û her dem erk û karên xwe bi ruhekî kurdane, bêwestan û bi baştirîn şêwe andam dida.”

Serok Barzanî dibêje: “Remzî Şaban ji min re dostekî nêzîk, bira, heval, hevsengerekî emîn û xweşewîst bû. Ew di qonaxên cuda yên şoreşa çiya, bajar, sirgûn û xebatên partiyê de bê navber û bi baweriyeke xurt a ji bo rêyeke pîroz dewam kir û di wê rêyê de gelek westan dît. Koça dawî ya Remzî Şeban û windakirina wî pêşengê bêwestan ji bo me hemûyan windahiyeke mezin e.

Di peyamê de hat: “Serxweşiyê li xwe, malbata têkoşer Remzî Şaban, serkirdatî, kadro, endam û alîgirên PDKê, heval û hevsengerên xwedêjêrazî Remzî Şaban û hemû şoreşgerên azadîxwazên Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî ji xwedêyê mezin daxwaz dike, ruhê xwedêjêrazî Remzî Şaban bi bihuşta perîn şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyan bibexişe.

Basnews
Top