• Sunday, 25 August 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Kak Remzî Şaban nimûneya rastgo û niştimanperwer bû

Mesrûr Barzanî: Kak Remzî Şaban nimûneya rastgo û niştimanperwer bû
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo koça dawiyê ya Endamê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Remzî Şaban, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Koça dawiyê ya Endamê Encûmena Serkirdatiyê û berpirsê Nivîsgeha Birêvebirin û Darayî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Remzî Şaban ji hunav vee z xemgîn kirim. Kak Remzî Şaban kesayetiyeke têkoşer û niştimanperwer bû, di qonaxên cuda ên şoreş, erk û berpirsatiyên di nava PDKê de, nimûmeyeke rastgo û niştimanperwer bû.”

Herwiha di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat: “Roleke diyar ya Malbata wî di şoreşên Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de hebû. Pirse û serxweşiyê li Serok Barzanî, serkirdatî, endam û alîgirên PDKê û malbata wî ya têkoşer dikim. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide hemûyan.”

Endamê yedek ê Polîtburoya PDKê Remzî Şaban ku di heman demê de Berpirsê Nivîsgeha Darayî ya PDKê bû, şeva borî ji ber Koronayê li nexweşxaneyeke Enqerê koça dawiyê kir.

K24
Top