Jin bo maf û azadiyan derdikevin meydanan
![Jin bo maf û azadiyan derdikevin meydanan](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/JinAdar.jpg )
Platforma Jinan a 8ê Adarê ya Stenbolê, wê roja 6ê Adarê dest bi çalakiyên xwe bike. Platform, beriya vê rojê xwest ku bangî raya giştî bike daku çalakvan beşdarê meşê bibin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de, hat ragihandin ku jin rastî her corê tundiyê tên. Di daxwiyaniya platformê de wiha tê gotin: “Jin li rojavayê Tirkiyê tên kuştin, jinên Bakurê Kurdistana jî di şer de ji aliyê dewlata Tirk ve tên kuştin û bedena wan bi tazî tê nîşandan. Herwiha jinên penaber jî hem rastî destdirêjî hem jî rastî tundiyê tên.”
Hat diyar kirin ku wê gelek sazî, dezgehên civakî û aktîvîst tevlî çalakiyê bibin. Platforma Jinan a 8ê Adarê ji gelek saziyên civakî pêk tê.
K24