• Sunday, 28 July 2024
logo

Stranbêjê Brîtanî bo zarokan bang li civaka navdewletî kir

Stranbêjê Brîtanî bo zarokan bang li civaka navdewletî kir
Stranbêjê Brîtanî yê navdar Samî Yûsif bang li civaka navdewletî kir ku gavên ciddî biavêje da ku kuştina zarokan li Sûriyê bide rawestandin.

Samî Yûsif duhî serdana Tirkiyê kir û di daxuyaniyekê de ragihand ku zarok qurbaniyên herî zêde yên şerê Sûriyê ne û divê hewl bên dayîn ku ev yek were rawestandin.

Samî Yûsif ku di heman demê de Balyozê Rêxistina Xwarinê ya Navdewletî FAOyê ye anî ziman ku ew hewl didin ku alîkariya xelkê bikin û got ku wî serdana kampa Zaterî ya penaberên Sûriyê li Urdunê kiriye û dît çawa rewşa wan gellekî zehmet e.

Yûsif herwiha got, rast e ku gellek xelkê Sûriyê li welatên din bûne penaber, lê gellek ji wan li welatên penaberiyê jî serkeftinan bidest dixin.

Rudaw
Top