• Sunday, 28 July 2024
logo

Nebahat Akkoc li Berlînê tê xelatkirin

Nebahat Akkoc li Berlînê tê xelatkirin
Çalakvan û rêkxer û pêşenga çalakî û serhildanên Jinan li Kurdistan û Tirkiyê Nebahat Akkoc berê xwe dide Elmaya û da ku ji aliyê Weqfa Anne-Klein-Frauenpreis were xelatkirin.
0
Basnews views
03.03.2015 15:51

Nebahat Akkoc
BasNews Berlîn

Roja Înê 06.03.2015seat 19:00 li avahiya Weqfa Anne-Klein-Frauenpreis Çalakvan û rêkxer û pêşenga çalakî û serhildanên Jinan li Kurdistan û Tirkiyê Nebahat Akkoc xelatekê werbigire. ew xelat ji aliyê weqfa Anne-Klein ve tê pêşkêşkirin jibo jinên çalak û rêformxwaz.

Di merasîma pêşkêşkirina xelat de wê Hunermenda Sînemayî ya navdara Elmanyayê Sîbel Kekillî Nebahat Akkoc daxwazî ser sehneyê bike û xelatê pêşkêşî wê bike.

Xalata ku dê Nebahat Akkoc werbigire darayî ye û qasê wê jî 10 hezar Euro ye.

Hêjayî gotinê ye ev cara 4eme ku Weqfa Anne-Klein-Frauenpreis xelatê pêşkêş dike jibo jinên çalak û daxwaza rêforman dikin, bo cara yekeme jî jineke çalakvana kurd dibe xwediya wî xelatî.

Nebahat Akkoc damezrênera Organîzasiyona Kurdî-Turkî ya Mafê Jinan e, li sala 1997an binavê Kamer (KAdin MERkezi, Navenda Jinan). Akkoc ji Kurdên Diyarberkirê ye di jyiana xwe de gellek zehmetî û derdeserî dîtine.

Di dema wê de di saziya Lehrergewerkschaft Egitim Sen de 19 Mamoste hatine koştin yek ji wan jî mêrê wê bu li sala 1993an, ew bi xwe jî çendîn caran hatiye girtin ji aliyê dewleta Tirkyiê ve û eşkence jî dîtiye.

Nebahat yekem jine li Tirkiyê u skala dijî Dewleta Tirkiyê li Dadgeha Ewropayê tomar kirî di dosiya eşkencê de ku hevwelatiyan eşkence dikin û mafên wan zebt dikin.

Basnews
Top