• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Amedê du malbatan li hev dan: 2 kuştî 25 birîndar

Gulan Media February 16, 2015 Civakî
Li Amedê du malbatan li hev dan: 2 kuştî 25 birîndar
Li Amedê di encama şerê navbera du malbatan de 2 kes mirin, 25 kes jî birîndar bûn ku di nav wan 12 leşker jî hene.

Îro li navçeya Bismilê ya Amedê di navbera du malbatan de şer derket.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê, di wî şerî de 2 kes hatin kuştin, 25 kes jî birîndar bûn. Hat gotin ku ew her du malbat beriya niha jî ji ber zarokan şerê hev kiribûn.

Li gorî daxuyaniyê, 12 leşkerên ku çûbûn pêşiya şer bigirin jî di bûyerê de birîndar bûne.

Li gorî agahiyan, rewş niha hatiye kontrolkirin û taxa ku lê şer derketiye hatiye dorpêçkirin û çend kes jî hatine girtin.

Rudaw
Top