• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji warê xwe bûn lê ji evîna xwe nebûn

Gulan Media February 5, 2015 Civakî
Ji warê xwe bûn lê ji evîna xwe nebûn
Heyat Hecî (15) ku beriya du meh û nîvan bi Muştaq Omer re zewicî, dibêje: “Qismet û nesîbê me wiha bû ku em li vir bizewicin.” Muştaq jî dibêje ew dil ketibûn hev de û ji hev hez dikirin.

Jiyana di bin konên penaberiyê de nebûye kelem li ber hezkirina keç û xortan. Li Kampa Erbetê, ev cara duyemîn e ku keç û xortên êzîdî hevdu dihebînin û dizewicin.

Dema ku Şingal, bajarokê êzîdiyan, di destpêka meha Tebaxa borî de ji hêla çekdarên DAIŞê hat dagîrkirin, malbata Muştaq û Heyatê wek piraniya malbatên Şingalê ji tirsa çekdarên DAIŞê berê xwe dan çiyayê Şingalê û 11 rojan li wir man.

Piştî rizgarkirina wan li ser çiyê jî, piraniya penaberan berê xwe dan Kampa Xankê. Lê hinek ji wan li Kampa Erbet a nêzîkî Silêmaniyê hêwirîn.

Muştaq Omer (23) beriya du salan bû Pêşmerge li Şingalê, lê dema hat Kampa Erbetê, ket dava evîna Heyatê. Piştî du meh û nîvan herduyan biryara zewacê dan.

Muştaq bi ken û jina wî bi girnijîn û şerm behsa evîndariya xwe dikirin. Muştaq got: “Me berê hevdu nas nedikir. Me li vir ji hev hez kir û piştre me biryara zewacê da.” Heyatê jî got: “Qismet û nesîb bû.”

Tevî ku ew ne li bajarokê xwe zewicîn û berevajî piraniya law û keçên din ku nû dizewicin, heyva xwe ya hungivînî jî di bin konekî de derbas kirin, lê hêj hest bi xweşiyê dikin: “Rast e em penaber in, lê jiyana me xweş e.”

Xeleka hevjîniyê nîşana guhastin û bicîhiştina jiyana zugurtiyê ber bi jiyaneke nû ye, lê xeleka hevjîniyê di destê Heyatê de nebû. Muştaq got: “Ji ber ku me pir ji hevdu hez dikir, Heyat tenê daxwaza cotek guhar li min kir. Rewşa me ya aborî pir xirab e.”

Ne tenê Muştaq û Heyatê li wê kampê zewicîne. Lê Kampa Erbetê bûye bîranîneke nemir bo Adil Ebdal û jina wî Emşe Xelef ku beriya du mehan zewicîn.

Adil Ebdal Pêşmergeyekî 27 salî ye û jina wî 23 salî ye û piştî derbaskirina mehekê ji evîndariyê biryar dan bi hev re bizewicin.

Adil 10 rojan li ba jina xwe dimîne û 10 rojan jî diçe eniyên şer li dijî DAIŞê: “Evîndarî zehmet e, lewma em zû zewicîn û em li hêviya vegera xwe li Şingalê neman.”

Adil wek piraniya mêrên din dema karê wî nebe diçe ba hevalên xwe yan wek wî got mijûlî Facebooka xwe dibe.

Ew berevajî piraniya êzîdiyên din, bê pirsgirêk bi zaravê Soranî dipeyvî, çimkî beriya ku bibe Pêşmerge 2 salan li Silêmaniyê kar kiribû.

Jina wî Emşe jî kêfxweş e bi jiyana xwe û mêrê xwe: “Wek çawa me li vir dest pê kir, bi piştevaniya Xwedê li Şingalê jî emê heta mirinê bi hev re bin.”

Xalên hevbeş ên jiyana hevseriyê yên van herdu malbatên nû yên Kampa Erbetê, kelûmelên di konên wan de ne ku cihekî fireh bo rûniştina xwe û mêvanên xwe veqetandine û beşekî biçûk li paşiya konên xwe kirine cihê razana xwe.

Di her konekî de, televizyonek danîne, tevî çend doşek û balîfan ji xwe û mêvanên xwe re.


Rudaw
Top