• Sunday, 28 July 2024
logo

HRW behsa mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê dike

Gulan Media January 31, 2015 Civakî
HRW behsa mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê dike
Di raporta xwe ya salane derbarê rewş mafên mirovan û binpêkirina wan mafan de li seranserê cîhanê, rêxitina navdewletî ya Çavdêriya Mafên Mirovan “Human Rights Watch (HRW)” rexne li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtin.

Di bin navnîşana “Raportara navdweletî 2015- Di Dema Krîzan de Maf ne Şaşî ne”, HRW raporteke 644 rûpel li ser rewşa mafên mirovan li 90 welatî belav kir, ku têde balê dikşîne ser rewşa mafên mirovan li Sûriyê û di nav de amaje bi rewşa wan mafan li navçeyên Rojavayê Kurdistanê dike.

HRW amaje bi avakirina rêveberiyên xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê dike û di raporta xwe de nivîsiye “Partiya Yekîtiya demokratîk û partiyên hevalbendên wê di Çileya sala 2014an de, rêveberiyeke veguhez li her 3 navçeyên bakur: Navçeya Efrîn û Eyul Ereb (Kobanê) û Cezîrê pêkanîne. Herwiha encûmenên hevşêweyê wezaretan pêkanîn û yasayeke destûrî ya nû jî pêşkêş kirin e.”

Di meha dawî ji sala 2014an de, li Cezîrê her yek ji Hermîn Îdî (16 sal), Hizbiye (15 sal) û Çîmen (14 sal) winda bûn, piştire derket ku ew di nava navendên perwerdeya leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPG) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku wek baskên leşkerî yên PYD tên naskirin, de ne.

Malbatên wan keçan jî ragihandin ku keçên wan hatine revandin û bizorê tevlî perwerdeya leşkerî hatine kirin û daxwaz ji YPJ û YPG kirin ku keçên wan vegerînin, xwepêşandan jî li ser vê mebestê li çend navçeyên Cezîrê, mîna Amûdê û Qamişlo, derketin.

Di Hezîrana sala borî de û di lraportekê de bi navnîşana “Binpêkirinên li navçeyên di bin rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk de”, ku têde ew rêveberî bi “Desthilata De Fakto” binav kiribû û balkişandibû ser çekdarkirina kesên temenê wan di bin 18 salî de ji aliyê YPGê û Asayişê ve “Tevî ku her du hêzan soz dabûn ku ew dê di heyama yek mehê de her kesê temenê wî dibin 18 salî re ji rêzên xwe derbixin.”

Niha jî HRW di “Raportara navdweletî 2015- Di Deme Krîzan de maf ne şaşî ne” de ku roja 29ê Çile belavkiriye wiha nivîsiye: “Polîsên navxweyî û hêzên leşkerî û Yemîneyên Parastina Gel zarok çekdar kirine, tevî ku di Hezîrana borî de wan soz dabûn ku ew dê çekdarkirina zarokan rawestînin.”

Di naversata miha Çile ya sala 2015an de, li bajarokê Mebetlî yê ser bi Efrînê ve Nûra Hisên Hisên di roja daweta xwe de winda bû, malbata wê gotibû ew hatiye revandin, lê malperên nêzîkî PKK eşkere kiribûn, ku ew hatiye neçar kirin ku bi kesekî ku nas nake re bizewce, lewma tevlî YPJê bûye, ji bo ku bê parastin.

Herwiha HRW amaje bi girtiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje ku rêveberiyên veguhez li Efrîn, Kobanê û Cezîrê nikarîne “Rêgiriyê li bûyerên kuştin û revandinê yên li ser navê kesên nenas hatine nivîsandin bike.”

Her du endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (P.Y.K.S) dibêjin ku endamên wan ji aliyê asayişa ku bi ser PYDê ve didin zanîn tên girtin û binçavkirin û derkirin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî red dike ku Hêzên Asayişê û YPGê û YPJê bi ser wê ve bin yan jî di bin fermana wê de kar bikin.
Top