• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Dêrsimê, komeleyek ji bo parastina jîngehê hat avakirin

Gulan Media January 24, 2015 Civakî
Li Dêrsimê, komeleyek ji bo parastina jîngehê hat avakirin
Parêzvabên dilxwaz ên sirûşta Dêrsîmê, Komeleya Parastina Jîngeh û Sirûştê ya Minzûrê vekirin. Hawîrdorparêz Haydar Çetînkaya diyar kir ku dê bi vê komeleyê hê rêkxistîtir xwedî li jîngeha Dêrsîmê derbikevin.

Li bajarê Dêrsîmê bi armanca parastina sirûşta Dêrsîmê, Komeleya Parastina Jîngeh û Sirûştê ya Minzûrê hat avakirin.

Komele, bi serokatiya Haydar Çetînkaya ji aliyê 7 kesan ve hat avakirin. Di rêûresma vekirina komeleyê de Hevşaredara Dêrsîmê Nûrhayat Altûn û Alîkarê wê Îbrahîm Kasûn, Serokê Jûra Bazirganiyê Yûsûf Cengîz û gellek nûnerên saziyên civaka sivîl amade bûn.

Serokê Komeleya Parastina Jîngeh û Sirûşta Minzûrê Haydar Çetînkaya têkildarî avakirina komeleyê axivî û got ku ya ji avakirinê bêhtir, jiyandina komeleyê girîng e.

Çetînkaya, di vî warî de wiha pê de çû: "Ev demeke dirêj e li Dêrsîmê gellek kesên dilsoz û sazî ji bo parastina jîngeh û xwezaya Dêrsîmê têdikoşin. Mîna dilsozên vê sirûştê em jî her di nava vê têkoşînê de bûn. Di vê çarçoveyê de me Komeleya Parastina Jîngeh û Sirûşta Dêrsîmê ava kir."

Serokê komeleyê, destnîşan kir ku ji ber HES û bendavên li Dêrsîmê tên çêkirin li deverê dawî li kêşe û karesatên hawîrdorê nayê. Çetînkaya ku bi salan e ji bo parastina jîngeha Dêrsîmê têdikoşe, di vî warî de wiha domand: "Her roj hin giriftên din derdikevin pêşberî me. Bi armanca çareserkirina van kêşeyan, bi komek kesên şareza û bernas re bi awayekî zanetir û pisportir emê di bin banê vê komeleyê de ji bo parastina jîngeha Dêrsîmê bixebitin û têbikoşin."

Hevşaredara Dêrsîmê Nûrhayat Altûn jî di vekirina komeleyê de axivî û piştî pîrozbahiyê got, ewê piştgirî bidin hemû xebat û têkoşînên komeleyê.

Komeleya Parastina Jîngeh û Sirûşta Minzûrê ji aliyê heft endaman; Haydar Çetînkaya, Îsmaîl Ateş, Nîlgun Tayhan, Fethiye Yildirim, Bûrhan Gundogan, Tûrgût Olgûn û Cîhan Sen ve hat avakirin. Heta hilbijartineke nû, dê wekî demkî Çetînkaya serokatiya wê bike.

Rudaw
Top