• Sunday, 28 July 2024
logo

DAIŞ jinên rewşenbîr armanc digire

Gulan Media January 21, 2015 Civakî
DAIŞ jinên rewşenbîr armanc digire
Neteweyên Yekbûyî kuştina sivîlên Iraqê ji aliyê DAIŞê ve şermezar kir. Herwiha da zanîn ku, DAIŞ bi awayekî taybet jinên rewşenbîr armanc digire.

Ofîsa Mafên Mirovan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve di raportekê de ragihand: “Kiryarên çekdarên DAIŞê li navçeyên ku di destê wê de ne, hovîtiya wê rêxistinê li hember jiyanan û mirovatiyên nîşan dide.”

Di raportê de behsa wan du wêneyan hatiye kirin ku DAIŞê heftiya borî belav kirine û tê de du zilam bi tometa girtina rê li xaçê dane herwiha jinek jî bi tometa zînayê bi keviran kuştine.

Ofîsa Mafên Mirovan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî derbarê raportê de ragihand: “Vê dawiyê DAIŞê gellek jin îdam kirine, bi taybet jinên ku xwe ji bo hilbijartinan namzed kiribûn.”

Wê ofîsê herwiha eşkere kir ku DAIŞê di herdu heftiyên destpêka vê salê de 3 jinên parêzer kuştine.

Rudaw
Top