• Sunday, 28 July 2024
logo

Li gerdanê zêrinî tevna ciwanan

Gulan Media January 9, 2015 Civakî
Li gerdanê zêrinî tevna ciwanan
Bi sistbûna astengiyên li ber kurdî û pêşvebûna çanda kurdî lig elek bajarên Kurdistanê di warê ziman û çandê komên cihê bi serê xwe dezgehan vedikin û li ser majarê têkildar xebatên qîmet giran dimeşînin. Bi gihîştina kesên pispor û ciwanên ku di warê ziman û çandê de xwe pêş xistine jî ew qad her ku diçe firehtir û gêştir dibe. Li gelek navçe û bajarên Kurdistanê kovarên cûda derdiçin, komên muzîk, şano û her cûreyên hünerê tevî derfetên kêm û teng xebatên rengîn pêk tînin

Herwiha di van salên dawî de li Kurdistanê gellek sazî û komeleyên çandî yên kurdî vebûn û bi çalakî bername û projeyên van saziyan çand û kultura, kurdî jî geş dibe. Mala Ciwanan a Kulturê ya Mêrdînê ya ku di 2010’an de vebûyejî li ser çand, huner, muzîk, sinemaya kurdî xebatên balkêş dike û bo ciwanan jî derfeteke bi qîmet peşkeş dike.


Mala Ciwanan a Kulturê ya Mêrdînê di bin banê Rêvebiriya Serokatiya Projeya Başûrê Rojhilat de (GAP) di sa sala 2010’an de vebû. Mala Ciwanan a Kulturê ya Mêrdînê cûr bi cûr karên huner û kulturî dike. Koma şano, komên muzîkê, atolyeyên hünere, xebat û projeyên çandê di nava xebatên saziyê de ne.

Asîstanê Mala Ciwan a Kulturê ya Mêrdînê Yusuf Kurt, di derbarê kar û xebatên xwe de ji BasNûçe’yê re axivî û anî ziman ku cûr bi cûr qursên wan yên çand kultur sinema û muzikê hene û ew li Mêrdînê weke navendeke kulturê kar dikin. Kurt bal kişand ser xebatên xwe yên dawî û wisa berdewam kir: Kursên me yên muzîkê hene. Atolyeyên me yên sînemayê hene. Em kurtefîlman jî dikşînin. Em li ser şanoyê jî kar dikin. Atolyeyên me yên şanoyê hene. Bi navê Neçîrvan, Torosa Spî û Hamlet listikên me yên şanoyê hene. Me ew lîstik derxistin ser dike. Bi navê Mêvan, Bavê Min Dîrokê Dinivîsîne, Nalbend, Dengê Erbana Min kurtefîlmên me jî hene.”


Kurt behsa armancên xebatê xwe jî kir û anî ziman ku ew dixwazin ciwan xwe bi hunerê re îfa de bikin û lewre jî cûr bi cûr kursên hunerê vekirine. Kurt wisa berdewam kir: “Mebesta me ew e ku em huner û kulturê bidin hezkirin û ji ciwanan re derfetan ava bikin. Em dixwazin ciwan xwe bi hunerê îfade bikin. Kursên me yên tiyatro, sînema, saz, erbane û gitarê hene. Em dixwazin li ser sinema û tiyatroya kurdî xebatên baştir bikin. Em dixwazin van xebatên ku dimeşin bigîhîjin asteke ku bi cîh bibe û demdirêj bibe.

Kurt eşkere kir ku bername û festîvalên wan ên ji bo zarokan jî hene û ew ji bo şadiya zarokan jî dixebitin. Kurt li ser festival û bernameyên xwe yên zarokan jî rewestiya û wiha got: “Em ji bo zarokan jî festivalan li dar dixin. Di demsala borî de em çûn hemû navçeyên Mêrdîne, me ji bo zarokan lîstikên qirdkî derxistin ser dike û me zarok şanaz kirin. Me li gellek gundên Mêrdînê navçeyên wê jî festîvalên muzîkê û qirdikiyê li dar xistin. Ji bo her beşê komên me hene.

Mustafa Ulutaşê li Mala Ciwanan a Kulturê ya Mêrdînê mamosteya erbaneyê ye jî li ser xebatên xwe yên kulturî rawestiya. Ulutaş anî ziman ku haya wî ji xebatên Mala Ciwanan çêbûye û wî jî xwestiyê din av wan xebatan de cih bigre û xizmeta kulturê bike. Ulutaş her wiha anî ziman ku ciwanên Mêrdîne eleqeyeke mezîn nîşanî erbaneyê didin û ew jî mamostetiya wan dike. Ulutaş wiha berdewam kir: “ Daxwaziyên fêrbûna erbanêyê pêkhatin min jî bi dildarî daxwazên wan bi cih anî û min dest bi dayîna dersên erbanêyê kir. Niha 35 xwendekarên min ê erbaneyê hene.”


Ulutaş eşkere dike ku ji her çîna civakê xwendekaerên wî yên erbanê hene û gellek ji wan jî xwendekarên zankoyê ne û kesên biyanî jî tên kursa wî ya erbanê. Ulutaş eleqeya kursiyerên xwe wisa vedibêje: “ Bi pirranî xwendekarên zankoyê û memurên li Mêrînê ne. Dixwazin fêrî erbaneyê bibin. Di nav xwendekarên min de esnaf û kevanî jî hene. Xwendekarêkî min akademîsyenê Zankoya Artukluyê yê, navê wî Petric e. Petric Amerîkî ye. Kesê kî ku bi çanda Amerîkî mezîn bûme û bixwaze fêrî erbanê bibe me bextewar dike.”

Navenda ku di warê aborî de bêyî dezgeya girêdayî ji tu deveran piştgiriyê nabîne, li ser gelek proje û xebatên ku di pêşerojê de destpê bikin jî di nava hewildanê de ye. Rayedarên saziyê dixwazin ku bo perwerdekirina ciwan û zarokan a di warê ziman, wêje û hünere de atolye û xebatên heyî demdirêj bibin û yên nû jî bêne destpêkirin.

Ji ber ku li bajar û bajarokên Kurdistanê derfetên wiha kêm in, bo şêniyê bajêr jî xebatên van saziyan xwedî giringiyekê ne. Nîşandana fîlman, pêşkêşkirina lîstikên şano, konsert, pêşengeh û nişandan her cûre bêşên hûnerê, di nava tengijîna jiyana rojane de deriyekî kêf û bêhnvedanê ji wan re vedike.

basnews
Top