• Sunday, 28 July 2024
logo

Xwendekareke Rojhilatî ji ber jarî û belengaziyê xwe kuşt!

Gulan Media December 13, 2014 Civakî
Xwendekareke Rojhilatî ji ber jarî û belengaziyê xwe kuşt!
Li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, keçeke kurd ji ber jarî û belengaziyê xwe xeniqand.

Li gorî malpar kurdî ya KurdPayê, roja sêşema borî (9ê Kanûnê) li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, keça kurd a bi navê Perîsa Seîdpûr xwe xeniqand.

Li gorî nûçeyê, Perîsa ku temenê wê 18 sal û xwendekara pola duyem a lîseyê bû, ji bo ku malbata wê ji ber jarî û belengaziyê nedikarîn xercê xwendina wê dabîn bikin, li odeya xwe de xwe xeniqand.

Yek ji xizmên Perîsayê li ser wê bûyerê got, bavê wê mirovekî pir belengaz e û bi zorê dikare debara jiyana malbata xwe derbixe.

Li gorî agahiyên wî xizmê malbata Perîsayê, xûşkeke wê li zanîngehê dixwîne ji ber wê jî bavê tenê hêza wî têra dabînkirina xercê xwendina wê dike.

Rudaw
Top