• Sunday, 28 July 2024
logo

Melayekî îranî: Behayî necis in û divê ji bajarê me derkevin

Gulan Media December 5, 2014 Civakî
Melayekî îranî: Behayî necis in û divê ji bajarê me derkevin
Melayê bajarê Refsencanê yê Îranê bi tundî êrişî alîgirên ola Behayî kir û got, behayî hemû pîs û necis in ji ber wê jî divê ji bajêr derkevin.

Melayê bajarê Refsencanê (zêda serokomarê berê yê Îranê Haşimî Refsencanî) Ebas Remezanîpûr, îro tevlî civîna rayedarên bajêr bû û ragihand, li bajarê Refsencanê komek kesên behayî hene ku xwe di nav gel de veşartine.

Wî melayê bi tundî êrişî alîgirên ola Behayî kir û got, li gorî Quranê, behayî pîs û necis in lewma divê ji bajarê me derkevin.

Li gorî wî melayê Îranê, li Refsencanê hinek cihû jî hene lê rewşa wan bi yên behayî re ferq dike.

Behayî, di wê baweriyê de ne ku pêxemberî herî dawî yê îslamê Mîrza Husên Elî Nûrî ye ku jê re dibêjin “Bebaullah” lewma Hz. Mihemed pêxemberî dawî nabînin, ev jî bûye sedema wê ku Îran ku rêjîmeke şîe ye ji wan pir hêrs bibe.

Heta niha gellek caran saziyên navewletî yên mafên mirov ji ber binpêkirina mafên behayian ji aliyê Îranê ve, Tehran rexne kirine.

Navenda ola Behayî, bajarê Heyfa yê Îsraîlê tê zanîn û hejmara behayian li cîhanê 7 milyon û 800 hezar kes tê hesibandin.

Rudaw
Top