• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Amedê Dêreke bê oldar: Sûrp Giragos

Gulan Media December 2, 2014 Civakî
Li Amedê Dêreke bê oldar: Sûrp Giragos
Dêra Sûrp Giragos ku beriya çend salan weke xana xerabe di nav kuçeyên Amedê de li ber têkçûnê bû, bi hevkariya Şaredariya Amedê û Cemaeta Ermenî hate restorekirin û ji nû ve derkete ser rûpelên dîrokê. Piştî ku li gor mîmariya xwe ya resen hate restorekirin, bi îhtîşama xwe çavên mirov qemûşand û bêhempayiya xwe li dîrokê qêriya. Lê belê li gel vê bêhempayiya xwe bi arîşeyeke mezin re rû bi rû ye, lewre peywirdarê wê yê olî tune ye û li bende ye ku peywirdarekî olî bê û dest bi ayînên olî yên domdar bike.

Êdî li Tirkiye peywirdarên olî nayêne gihîştin

Dêra Sûrp Giragos a Ermeniyan ku yek ji avahiyên dîrokî yên ku Amedê dixemilînin e, piştî restorekirinê ji nû ve ji xizmeta ayînê re amade bû, lê belê ji ber ku peywirdarê wê yê olî tune ye, li dêrê xizmeta ayînan pêk nayê. Ji bo vê arîşeyê me bi Serokê Weqfa Dêra Ermenî ya Sûrp Giragos Ergün Ayık re hevdîtinekê pêk anî. Ergün Ayık, anî ziman ku li Tirkiyeyê nebûna peywirdarên olî yên dêran arîşeyeke giştî ye, ji ber ku hemû dibistanên ku perwerdehiya gihîştina oldaran pêk tînin hatine girtin êdî ne pêkan e ku li Tirkiyeyê peywirdarên olî bêne perwerdekirin. Ayık da zanîn ku tenê li Qudus û Ermenistanê derfetên perwerdehiya oldaran heye û oldar piştî 5 salan perwerde dibin dikarin wek peywirdarên olî dest bi rêvebirina ayînan bikin, lê ji ber ku şert û mercên perwerdekirinê pir zehmet in, ev yek bala ciwanan nakêşîne. Ayık diyar kir ku li gellek dêrên Stenbolê jî ev arîşe hene û got: “Em dixwazin kesekî ku Amedê û herêma Amedê baş nas dike û qet nebe bi kurdî û îngilîzî zane da ku dikaribe têkiliyan bi mêvanên dêrê re deyîne li Dêra Sûrp Giragos bikin peywirdarê olî. Ji ber vê yekê, heta em kesekî bi vê qabiliyetê bibînin emê hewl bidin ku carinan ji Stenbolê peywirdarên olî bînin vê derê û ayînên xwe pêk bînin.

Ergün Ayık da zanîn ku ew bi du kesên ku wê dikaribin vê peywirê bê kêmasî pêk bînin re di têkiliyê de ne, lê ji ber bêderfetiyên aborî ew niha nikarin bi wan re peymanekî çêbikin, lêwre divê ew pêdiviyên wan ên jiyanê bi cih bînin. Di derbarê hejmara kesên ku ji bo ayînê têne dêrê de jî Ayık, da zanîn ku li Amedê zêde ermenî nemane, lê gellek ermeniyên ku dûre misliman bûne, têne dêrê û dixwazin beşdarî ayînan bibin û eger zanibin wê ayînên dêrê domdar bin ewê jî bi domdarî beşdarî ayînan bibin. Di derbarê têkiliya dewletê ya bi wan re jî Ayık diyar kir ku dewlet, bi ser Diyanetê ve pere dide melayan û bi vî awayî mela dikarin debara xwe bikin, lê tu alîkariyeke aborî nagihîje keşe yan jî peywirdarên olî yên Krîstiyan. Ayık da zanîn ku dema cemaet wek hejmar pir be ev arîşe çênabe lê dema ku weke Amedê cemaet piçûk be ev arîşe xwe dide der.

Li ser restorasyona Dêrê jî Serokê Weqfa Dêra Ermenî Sûrp Giragos Ergün Ayık anî ziman ku restorasyona dêrê ji % 100 li gor reseniya xwe hatiye kirin û got: “Projeya restorasyona dêrê piştî erêkirina Saziya Abîdeyan pêk hat, ji ber vê yekê li gor reseniya xwe hatiye restorekirin. Ayık got: “Ji ber ku li gor reseniya xwe hate restorekirin, dêra me di pêşbirka restorasyona berhemên dîrokî ya li Ermenistanê de bû yekemîn û di pêşbirka Odeya Mîmaran a Tirkiye de jî bû duyemîn. Bedêla restorekirina dêra me 5.5 milyon TL girt, ji % 20 ji alî Şaredariya Amedê ve û yê mayî jî ji alî cemaeta me ve hate terxandin. Dewletê tu alîkarî bi me nekir û bi ser de jî baca KDV’ê jî ji me stend.” Ergun Ayık da zanîn ku di destpêkê de wan serî li Wezareta Çandê jî daye, wezaretê ji wan re gotiye emê dêrê restore bikin lê belê emê dêrê ji we bistînin, bikin mûzexane û ji ber vê yekê wan vê pêşniyarê qebûl nekirî ye. Ergün Ayık got: Di destpêka salên 1900’an de li herêmê nêzîkî 2 hezar dêr hebûn û niha tenê çend dêr hene ku dikarin ayînên olî pêk bînin û ger ku me vê pêşniyarê erê kiribûya me yê nekaribûya ew wek dêr bikar bihaniya.”

Di derbarê taybetiyên Dêra Sûrp Giragos de jî Ergün Ayık diyar kir ku ev dêr mezintirîn dêra Rojhilata Navîn e û bi mîmariya xwe ya bi kevirên reş ên herêma Amedê jî xwedî taybetiyeke resen e. Ayık got: “Ji bo mirov li Dêra Axtermanê ayîneke olî pêk bîne divê mirov ji berpirsên dewletê yên herêmê destûr bistîne lê belê li dêra me arîşeyeke wisa tune ye. Her kesên Krîstiyan, her gav dikarin bê dêrê û ayînên xwe yên olî bi cih bînin. Şaredarî û gelê herêmê ji vekirina dêrê pir kêfxweş in. Vekirina dêrê hem ji bo Şaredariya Amedê û hem jî ji bo dewletê di qada navneteweyî de cihê prestîjê ye.”

Li ser zêdebûna serdanên dêrê jî Ergün Ayık da zanîn ku dêra Sûrp Giragos a Ermenî, dêra herî bi nav û deng a cîhanê ye. Ayık got: “Ji herêmê, ji Turkiye û ji cîhanê, bi deh hezaran kes serdana dêrê dikin. ermenî û bi taybetî jî ermeniyên ku misliman bûne dêrê meraq dikin û serdana dêrê dikin.

Basnews
Top