• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Îranê, “zewaca spî” Xaminêyî hêrs kir!

Gulan Media December 1, 2014 Civakî
Li Îranê, “zewaca spî” Xaminêyî hêrs kir!
Rêberê rûhanî yê Îranê Ayetullah Elî Xaminêyî li dijî “zewaca spî” nerazîbûn nîşan da û ji “hakimê îslamî” xwest, li dijî vê yekê bi tundî bisekine.

Li Îranê, li gorî hinek rojname û malperên wî welatî zewaca fermî di nav keç û xort, jin û mêran de kêm bûye û vegeriyaye “zewaca spî”.

Li gorî rojnameyên mîna Cehan û Ibtikar, zewaca spî ji ber tengaviya darayî, hevnasîn, bêbaweriya li hember zewacê û bihabûna zêde ya xanî û avahiyan roj bi roj zêde dibe.

Heta niha rayedarên hikûmeta Îranê car caran li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan dabûn lê rêberê rûhanî Elî Xaminêyî li ser vê mijarê bêdeng mabû.

Lê Xaminêyî bi rêya Berpirsê Ofîsa xwe Mihemed Mihemedî Golpayêganî bêdengiya xwe şikand. Golpayêganî, diyar kir ku bihevrebûna keç û kur, jin û mêr bêyî zewaca fermî “şerm e” û wiha got:

“Dujmin bi hemû hêza xwe dixwaze çand û pîvanên exlaqî yên malbatên me ji rê derxîne.”

Berpirsê Ofîsa Xaminêyî ku kesekî nêzîkî wî ye, got ku di demek kurt de yên ku jiyaneke wisa hildibijêrin dê nifşa wan a helal nemîne û hemû bibin “bêjî”.

Wî melayê îranî bang li hakimên îslamî kir ku bi tundî li dijî vê diyardeyê derkevin.

Rudaw
Top