Mijdîn ji bo çi xwe tazî dike?
![Mijdîn ji bo çi xwe tazî dike?](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/82759Image1.jpg )
Mijdînê bi riya telefonê ji Rûdawê re ragihand ku ew pirr caran difikire bi çekdarên DAIŞê re bipeyve da ku keçên êzîdî îşkence nekin û dev ji gelê Kurd biqerin.
Mijdînê wiha axivî: “Ez bawer nakim kes qasî min difikire. Ez hertim di xeyala xwe de li hin riyan digerim da bikarim bi DAIŞê re bipeyvim û guftûgoyê bi wan re bikim. Eger derfetek hebe ez dikarim wan bînim rayê û bihêlim ew keçên êzîdî azad bikin.”
Stranbêja Kurd got ew hazir e wêneyên xwe yên tazî li ser qapê kovarên cîhanî belav bike û pereyên ku ji vî karî qezenc bike ji penaberên Kobanî û Şingalê re bişîne.
Mijdînê got: “Dibe ku ez rastî rexneyeke zêde bêm, lê bo xatirê wan penaberan ez amade me xwe rût û tazî jî bikim!”
Rudaw