• Sunday, 28 July 2024
logo

Nexweş ket û mêrê wê ew berda

Gulan Media November 17, 2014 Civakî
Nexweş ket û mêrê wê ew berda
Aslî Erad a ku ji ber pençeşêrê mêrê wê dest jê berdayî, 15 sal in ku bi xwe li hemberî nexweşiyê hewl dide.

Erad bi mûçê seqetiyê 3 zarokên xwe xwedî dike û ji ber pirsgirekên aborî jî zarokên xwe nedaye xwendin.

Aslî Eradê ji Rûdawê re ragihand ku dema mêrê wê zanî nexweşiya pençeşêrê ew girtiye, dest ji wê berda ye û wiha got, “15 sal in bi tenê têkoşîn dikim. Enqere, Stenbol bajarê ez neçûmê nemaye.”

Eradê diyar kir ku nexweşiya wê bi salan xelet hat teşhîs kirine û wiha behsa xwe kir:

“Em li Agiriyê bûn. Li wir 3 salan ez çûm nexweşxaneyê û dihatim. Bijîşka ji min re gotin tu nexweşa bronşitiyê. Paşê ez çûm Enqereyê nexweşxaneyê, pê hêsam nexweşiya pençeşêrê ez girtime. Min rewş ji mêrê xwe re got û wî jî ji min re got ‘Çima tu hatî, tu bimiriya û biçêya dê baştir bû.’ Paşê ez hiştim û bi xwe çû. Ji wê roja heta niha 15 sal derbas bûn ez nexweşxana digerim. Enqere, Stenbol, Meletî, Erzirom bajarê ez neçûm nema. Lê hêj ez baş nebûm.”

Erad da zanin bi mûçeyê nexweşiyê aboriya xwe didomîne û got hin caran saziyên jinan û hin kesên xêrxwaz heqê rêya wê didin, da ku biçe nexweşxaneye.

Herwiha Eradê da xuyandin ku ji ber pirsgirekên aborî zarokên xwe nedaye xwendin.

Erada ku henekan li nexweşiya xwe dike wiha got, “Ez ji bo wan kesên ku diziye dikin xemgînim. Heger çenteyê min bi revînin dê şûna pereyan dermanan bibînin û rebenan dê gellek aciz bibin.”

Erad ji kesên ku bi nexweşiya pençeşêrê ketine wiha dibêje:

“Bila ti caran xwe aciz nekin û weke min her tîm bikenin. Divê nexweş berxwe bidin. Heger dest ji xwe berdin dê rewşa wan ne baş be. Heger min jî dest ji xwe berdabû niha ez miribûm.”

Rudaw
Top