• Sunday, 28 July 2024
logo

Yekîtiya Mêran: 5 mêr ji aliyê jinên xwe ve hatine kuştin

Gulan Media November 9, 2014 Civakî
Yekîtiya Mêran: 5 mêr ji aliyê jinên xwe ve hatine kuştin
Hat ragehandin ku di 10 mehên dawî yên sala 2014’ê de 51 mêran xwe kuştiye û 5 ên din jî, ji aliyê jinên xwe ve hatine kuştin.

Ligor amarên Rêxistina Yekîtiya Mêran a Kurdistanê ku kopiyek ji Basnewsê re hatiye şandin, di heyama 10 mehên îsal de 396 mêr li Herêma Kurdistanê ji aliyê jinan ve mafên wan hatine binpêkirin, 51 mêran jî xwe kuştine û 5 mêrên din jî, ji aliyê jinên xwe ve hatine kuştin.

Her li gor heman amaran, berhevkirin ligel sala borî di sala 2014`an de, binpêkirinên dijî mêran gelekî zêde bûne û ji 01.01-2014 heta 01.11.2014`an 396 dosyayên şîdeta dijî mêran hatine tomarkirin, ku di nav de 51 rewşên xwekuştina mêran û kuştina 5 mêran ji aliyê jinan ve hene.

Ligor amarên Rêxistina Yekîtiya Mêran, di 6 mehên dawiya sala 2008`an de, tenê 33 dosyayên şîdetê li dijî mêran hatine tomarkirin, di sala 2009`an de ev hejmar bo 59 kesan bilind bûye, di sala 2010`an de binbêkirin bo 86 dosyayan bilind bûye, di sala 2011`an de jî 111 dosya ku 59 ji wan xwekuştina mêran bûn, hatine tomarkirin, ji xeynî 6 rewşên kuştina mêran ji aliyê jinan ve bi alîkariya kesên din.

Herwiha di sala 2012`an de li Herêma Kurdistanê 136 dosyayên şîdetê hatin tomarkirin ku, 6 kuştina mêran bi destê jinan û 40 rewşên xwekuştinê jî bûne, di sala 2013`an de jî 251 dosya hatine tomarkirin ku 7 jê kuştina mêran û 55 jê xwekuştina mêran bûn.

Basnews
Top