• Sunday, 28 July 2024
logo

Dengbêjên jin baskên xwe vedidin

Gulan Media October 23, 2014 Civakî
Dengbêjên jin baskên xwe vedidin
Komela Jinên Dengbêj a ji bo li bajarên Bakurê Kurdistanê çalakiyan bike hatî damezirandin dixwaze baskên xwe bigihîne hêmû Kurdistanê.


Komeleya bi rêvebirya Dengbêj Gazînê (Raziyê Kizil) ya bi navê Komeleya Jinên Dengbêj li Wanê hatî damezirandin di dîroka jinên dengbêj de komelaya yekemîn e. Di serî de komeleyê xebatên xwe li Wanê dikir lê niha li gelek metropolên Tirkiyeyê û bajarên Bakurê Kurdistanê dike.


Endamên Komeleya Jinên Dengbêj a niha dest bi xebatên saz, def, bilûr, gitar û stranên îngilîzî, kurdî û farisî kirine.


Herwiha niha di bin banê komeleyê de “Koroya Dengbêjen Zarok” jî hatiyê damezirandin.


Serokê komeleyê Dengbêj Gazînê ji Rûdawê re got, denbêjên jin ên koçberê Stenbolê jî hene û pêwendî li gel wan danî ne.


Dengbêj Gazînê ragihand ku Komeleya Jinên Dengbêj li Wanê damezirandin e lê xebatên xwe ji derveyê Wanê jî dikin û wiha domand:


“Armaca me ewê ku em kevneşopiya dengbêjiye bidomînin. Ji ber vê yekê jî em xwe girêdayî bajarek an herêmekê nakin li kû dere dengbejêk hebe em dixwaze tevlî xebatên xwe bikin. Herwiha em dixwazin baskên xwe bigihînin hemû Kurdistanê û rêxistin bibin.”

Dengbêj Gazînê anî zimên ew piranî li gundan xebatên xwe dikin û wiha pê de çû:

“Jinên li zozanan dijîn bo nimûne berivan dema diçin beriyê stranên herî xweş dibêjin. Dema meşkê dikeyinin an jî dema ji ser kaniyan tên ba hev stranên xweş dibêjin. Em gund û gund digerin û dîmenên wan dikişînin û em dixwazin paşê jî li ser vê yekê belgefîlmekê çêbikin. Aliyêk veşartî yê dengbêjiyê derdikeve holê.”

Serokê komeleyê Gazînê da zanîn wan dest bi dersên saz, def, bilûr, ney, deg û şanê kirine û got, “Koroya me ya zarokan eleqeyek mezin dibîne. Vexwendnameyên girîng ji bo me tên. Em di mijara xebat û armancên xwe de biryardar in.”

Rudaw
Top