• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Hewlêrê evîndarekî sosret hat girtin

Gulan Media October 18, 2014 Civakî
Li Hewlêrê evîndarekî sosret hat girtin
Polîsên bajarê Hewlêrê karîn gencekî bigirin, ku çendîn keç neçar kiribûn ku dest ji dibistanê berdin, ji ber ku bi zorê daxwaza heskirinê li wan dikir.

Rêveberê Polîsên Şaristanî yên Hewlêrê, Fexredîn Nûrî di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re aşkere kir ku, wan karî wî gencî bigirin ku gef li 10 keçên temen 13 heta 15 salî xwaribû, ku divê bi zorê ji wî hesbikin.

Fexredîn Nûrî got: “Piştî ku ji aliyê dê û bavên çend xwendekaran ve em ji wê yekê hatin agehdarkirin, kesek peyda bûye ku di dema vegera keçên wan ji dibistanê, rê li wan keçan digire û bi zorê daxwaza heskirinê li wan dike, piştire hejmara telefona xwe ji wan re diavêje, gelek caran jî destê xwe avêtiye wan, ji ber vê yekê jî çend xwendekaran dest ji xwendinê berdane.”

Navburî diyar kir jî ku, çendîn car polîsan çavdêriya wî kesî kirin û “Karîn roja 15ê Cotmehê wî bigirin û derket ku ew kes ji dayikbûyê sala 1993an ye, xelkê derdora Hewlêrê ye, di dema pişkinîna çend sîmkaretek û mêmorî yên bi wî kencî re, derket ku gele tiştên xirab tê de bûn. Niha jî ew genc bi biryara dadwer girtiye.”

Rêveberê Polîsên Şaristanî yên Hewlêrê da zanîn jî ku, ew kesên ku gazin ji wî gencî dikirin dikarin niha dozekê li dijî wî tomar bikin.

Rudaw
Top