Li Silêmaniyê şer derket
![Li Silêmaniyê şer derket](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/87579576.jpg )
Berdevkê polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji BasNewsê re ragihand ku, îro, 12ê Cotmehê, serê sibehê li nava bazara Serçinar şerê guleyan di navbera 3 kesan de destpêkir, şer jî bi sedema qerz û deynana bû û di encam de kesek hat kuştin.
Serkewt Ehmed amaje kir ku, piştî kuştina kesekî, kesên ku gule berdan, hejmara wan du kes bûn, ji bazarê reviyan, lê otombîla wan hatiye naskirin û niha polîs li pey wan e, lêkolîn jî li cihê bûyerê destpêkirin.
Basnews