Li Hewlêrê çend lîstokên agirîn hatin destbiser kirin
![Li Hewlêrê çend lîstokên agirîn hatin destbiser kirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/620X339767815_agirteq.png )
Polîsê Hewlêrê dest danî ser hijmareke lîstokên agirîn.
Polîsê Hewlêrê ji bo nehêştina lîstokên agirîn îro operasiyonek pêk anî û di encama operasiyona han de dest danî ser hijmareke lîstokên agirîn û çend bazirganî jî radestî dadgehê kir.
Di vê derbarê de Fermandarê polîsên Şaredariya Hewlêrê Fexredîn Nûrî ragehand ku ew çend sala di dema cejn û minasebetan de jiber lîstokên agirîn hijmareke welatî dibine qurbanî lewre polîsên Hewlêrê jî bo pêşî girtin ji dubare bûna wan bûyeran operasiyone pêk aniye û kariye dest deynê ser hijmareke lîstokên agirîn û çend bazirganên wan lîstokan jî radestî dadgehê bike.